HDP îro li Enqerê mesa xwe bi dawî dike
PeyamaKurd – HDP meşa xwe ya ji Colemergê heta Enqerê destpê kiribû, îro bi dawî dike.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro dê bigihije paytexta Tirkiyê Enqerê û di saet 17.00an de li Parka Parlamentoyê bi beşdariya hejmareke rêxistinên sivîl, endam û alîgirên partiyê, kongreyeke rojnamevaniyê bidin û meşe bi dawî bikin.
Tevî rêgirtina polîsan, roja 15 Hezîranê, HDPê ji du aliyan ve dest bi meşa xwe kiribû. HDPê di meşe de li bajarên Edirne, Stenbol, Colemêrg, Wan, Batman, Amed, Dîlok, Riha û Edena li gel rêxistinên civaka sivîl civiyan.
HDPê piştî ku mafê parlamenteriyê ji Leyla Guven û Musa Farisogullari hat wergirtin, roja 15ê Hezîranê ber bi Enqerê ve bi navê ‘Meşa Demokrasiyê ya Dijî Derbeyê’ dabû destpêkirin.
Piştî biryara HDPê, li hin bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, qedexeya çalakiyan hatibû dayîn û çûnûhatina li wan bajaran hatibû qedexekirin..