Kurdistan
HDPya Stenbolê kongreya xwe li dar xist: Avci û Bulut wekî hevserok hatin hilbijartin
PeyamaKurd - Rêxistina HDPê ya Stenbolê 3yemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist û ji bo hevserokatiya bajêr Elif Bulut û Erdal Avci hatin hilbijartin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, 3yemîn kongreya xwe ya asayî li Navenda Çandê ya Yahya Kemal Beyatli hat li dar xistin û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn. Piştî axaftinan Rapora Xebatan û Rapora Aboriyê hat xwendin. Dûre hilbijartin hat kirin û ji bo Hevserokatiya HDPê ya Stenbolê Elif Bulut û Erdal Avci hatin hilbijartin.
Piştî hilbijartina hevserokên nû koma Bajar derket ser dikê û stranên xwe gotin û kongre bi dawî hat.