TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hecî dê karibin ji Kurdistanê vîza Erebistanê bistînin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2019 04:14

PeyamaKurd- Wezareta karên olî û ewqafê ragihand ku îsal dê kesên bixwazin herin ferza heca xwe bicîh bînin, dê karibin ji Kurdistanê vîza Erebistana Si’ûdiyê bistînin. Berdevkê wezaretê Nebez Îsmaî bo ajansa BasNewsê weha ragihandiye:

“Kesên ku îsal bixwazin herin hecê, dê karibin ji Kurdistanê vîza Erebistanê bistînin. Sala borî vîza Erebistanê ji welatekî dinê dihat sitendin û ev bo heciyên Kurdistanê karekî zahmet bû. Bi vî awayî bareka mezin ji ser pişta heciyan rabû.”

Li gor ragihandina berdevkê wezaretê heyetek ji Erebistanê hatiye payîtexta Kurdistanê hewlêrê. Dê di nava 2 hefteyan de temamê karên vîzeya heciyan çêbibe.”

Parve bike: