Kurdistan
Hêmin Hewramî: Min sewba Korona derbas kir
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, vîrusa Korona derbas kir.
Hêmin Hewramî, li ser hesabê xwe yê facebookê diyar kir: ‘’Piştî du hefteyên borî, bi vîrusa Koronayê ketim. Ez dixwazim ji hemû aliyekî re ragihînim ku spas bo xwedayê mezin naha ez baş bûme û min ew şewb derbas kir.’’
Hewramî herwiha destnîşan kir: ‘’Ji dil spasî û qedirgiraniya min a pir zêde bo wan hemû ezîzên ku bi her rêyekî ve be rewşa min a tenduristiyê pirs kirin û di xema min de bûn dikim. Hêvîdar im, hemû aliyek parastî be û Kurdistan û cîhan jî ji wê şewbê rizgar bibe.’’