TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hengaw: Du pêsmergeyên Rojhilat sehîd bûn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 28 tebax 2019 19:07

PeyamaKurd – Li gundê Qelereş ê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê di şerê navbera pasdarên Îranê yê şeva borî de du pêşmergeyên PDK-Îyê şehîd bûn.

Li gorî Dezgeha Mafê Mirovan Hengawê di şerê şeva borî de du pêşmerge şêhîd bûne û yek jî bi birîndarî ketiye destê pasdaran.

Navên Pêşmergeyên şehîd bûne; Elî Perwer (Bayezîdpûr), Birahîm Çavreş (Ezîznejad) e.

Hat ragihandin ku navê pêşmergeyê birîndar jî Mêhran Ehmediyan e.

Fermandariya Pasdarên Îranê şehîdkirina herdu pêşmergeyan wekî tola êrîşa Pîranşarê ragihand.

Parve bike: