Kurdistan
Her 2 saredarên kevin sandin zîndanê
PeyamaKurd- Şaredarê berê yê navçeya Bêgiriyê (Mûradiye) Yılmaz Şalan û şaredarê berê yê navçeya Özalp ê Yakup Almaç û kesekî bi dinê ve, çendeyekiye ku di bin çav de bûn. Lê îro êvarê dadgeh biryara wan a zîndanîkirinê da. Her dû navçe jî navçeyên bajarê Wanê ne.
Her 3 gumanbar bi sedema ku endamên rêxistinê ne hatin zîndanîkirin. Hûrahiya mijara zîndanîkirina wan dê di wextê pêşiya me de bêhtir zelal bibe.