Kurdistan
Her du zarokên winda hatin dîtin
PeyamaKurd – Du zarokên xwişk û bira yên ji pêr ve li navçeya Siwêreg a bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê winda bûbûn, hatin dîtin.
Hat zanîn ku her du zarokên bi navê Bunyamîn (11 salî) û Melîke Baturalp (14) ji ber nebaşbûna pûanên karneya xwe ya dibistanê ji mal reviyane û bi rêya otostopê xwe gihandine navenda bajarê Rihayê û li wir li kuçeyan şeva xwe derbas kirine.
Piştî windabûna her du xwişk û birayan malbata wan serî li polîsan dabû û di encama lêgerînan de li navenda bajarê Rihayê şevê din hatin dîtin.
Her du xwişk û biraya piştî ku bo navenda polîsên zarokan hatine veguheztin, dê wan radestî malbata wan bikin.
Hat zanîn ku her du zarok ji ber nebaşbûna pûanên karneyên xwe ji mal reviyane.