Kurdistan
Herêma Kurdistanê: 2 wefat û 47 pêketiyên nû hene
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê tabloya wezareta tenduristiyê ya di derbarê Kovid-19 ê de ya roja 25 ê kanûnê hat belavkirin. Li gor tabloyê îro 2 kes jiyana xwe ji dest dane û 47 kes bi Kovid-19 ê ketine. Jimarên li ser tabloya wezaretê wehanin:
Îro:
4.348 test îro hatin kirin
47 testên îro posîtîv derketin
220 nexweş îro baş bûn
2 nexweş îro wefat kirin
Jimarên giştî:
3.642.635 test heya îro hatin kirin
380.176 test heya niha posîtîv derketin
371.012 nexweş heya îro baş bûne
7.088 nexweş heya îro wefat kirine