Hevpeymaniya Navdewletî: Tu zêdebûn di qebareya hêz û binkeyan de nîn e
PeyamaKurd – Di derbarê avakirina binkeyeke nû li Dêrikê, Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî peyamek belav kir û got, tu zêdebûn di hêz û binkeyên wan ên li Dêrikê tune ye. Ev daxuyanî bersiva hin raporên ajansa SANAyê ne.
Li gor Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto li ser Twittera diyar kir: “Erkê Hevpeymaniya Navdewletî li bakurê rojhilatê Sûriyê, nehatiye guhartin. Hevpeymaniya Navdewletî ligel hevpeymana xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk, kar ji bo jinavbirina DAIŞê dike.”
Marotto herwiha got: “Hevpeymaniya Navdewletî, bi awayekî rêkxistinkirî gerên ewlehiyê encam dide, ji bo dubare gihandina kelûpelan bo karwanan li herêma ewlehiyê li rojhilatê Sûriyê û piştevanîkirin û bihêzkirina binkeyan.”
Di dawiya twîtê de da zanîn: “Tu zêdebûn di qebareya hêz û binkeyan de nîn e.”
Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” çend rojên borî belav kiribû, Amerîka li Dêrikê dest bi avakirina binkeyeke nû kiriye.