TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewlêr xwe ji pêswazîkirina Emmanuel Macron re amade dike

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 tebax 2021 18:27

PeyamaKurd – Ji bo serdana roja Yekşemê 29ê Tebaxê ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê amadekarî têne kirin.

Li ser kolanên mezin ên Hewlêrê Ala Fransayê û Ala Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron hatine hildan.

Çav li rêye Seromomarê Fransa Emmanuel Macron, roja Yekşemê ji Bexdayê derbasî Herêma Kurdistanê bibe û li paytext Hewlêrê ji aliyê serokatiyên Herêma Kurdistanê ve were pêşwazîkirin û piştrne jî Macron bi Serok Mesûd Barzanî bicive.

Fransa ji dîrokê ve welatekî dost û nêzîkî gelê Kurd û Kurdistanê ye û di qada cîhanî de gelek caran piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê jî eşkere diyar kiriye.

Parve bike: