Kurdistan
Hewramî: Em ji bo cezakirina êrîskaran bi Iraqê re di pêwendiyê de ne
PeyamaKurd - Cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand ku ew ji bo cezakirina êrîşkarên ser baskê 5 ê PDKê li Bexda û ew kesên ku Ala Kurdistanê şewitandine, bi hikûmet û Parlamentoya Iraqê re li ser xetê ne.
Hêmin Hewramî îro 18ê Cotmehê di civîneke rojnamevanî de got, hikûmeta herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê jî ligel hikûmet û Parlamentoya Iraqê li ser xetê ne ku êrîşkarên baskê 5ê yê PDKê li Bexdayê şewitandine bên cezakirin.
Hewramî diyar kir, hikûmeta Iraqê jî bi vê bûyerê nîgeran e û şermezar kiriye û Heşdî Şeibî jî êrîş şermezar kir.
Hêmin Hewramî got, “Hêvîdarim desthilata milîsan a derketina ji yasayan di desthilatiya hikûmeta Iraqê de zêde nebe.”