TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên Esed pêsî li hêzên Amerîkayê girt

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 21 gulan 2020 03:00

PeyamaKurd- Ajansa fermî ya Sûriyê SANA nûçeyekî belav kir û di nûçeya xwe de got ku artêşa rejîma Sûriyê li bajarê Hesîçayê nehiştiye ku konwoya Amerîkayê derbas bibe.Li gor ajansê li rojavayê Hesîçayê, li Til Temirê leşkerên Sûriyê nehiştiye ku konwoya zirxî ya Amerîkayê derbas bibe û pêşî lê girtiye.

Hem bi nûçeyê re ajans nîşan daye ku çend leşkerên Sûriyê, li warê Um El Xeyrê, li noqteya ku xelk tê de dibuhire, derketine ser rê û ala Sûriyê jî li wê ciyê kontrolê hebûye.

Parve bike: