Kurdistan
HSD: Tirkiye çekdarên Tehrîr Samê derbasî deverên Basûr û Rojavayê Efrînê dike
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê da zanîn, Heyet Tehrîr Şam, destê xwe datîne ser Başûr û Rojavayê Efrîna dagirkirî.
Li gor Navenda Ragihandina HSDê diyar kir, bi sponsoriya Tirkiyê û korîneya bi çekdarên “Artêşa Niştîmanî” re, heyet Tehrîr Şam derbasî deverên Başûr û Rojavayê Efrînê dibin.
Herwiha zanyarî destnîşan dikin, ev çekdarên di lîsteya terorê de, derbasî gundên Xezawiyê, Başûfan û Kibaşînê û hin deverên din dibin.
Berî niha jî HSDê bi raporekê diyar kiribû, dewleta Tirk kembera reş bi rêya bicihkirina çekdarên radîkal li Efrînê ava dike.