Kurdistan
HSDê 19 girtiyên DAISê serbest berdan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmarek girtiyên din yên DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatin berdan.
Çavkaniyên nêzîkî HSDê dane xuyakirin ku li ser daxwaza mezin û rûspiyên êl û eşîrên Şedad û Dêrazorê, 19 girtiyên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatin serbest berdan.
Heman çavkaniyan diyar kiriye ku pêwendiya wan girtiyan bi DAIŞê re nebûye.
HSD ev sêyemîn car e girtiyên DAIŞê bi rêya navbeynkarên eşîrên ereb berdide ku heta niha bi qasî 400 girtiyên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatine berdan.