HSDê li ser bombebaranên Eyn Îsa û Girê Spî daxuyanî da
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê bombebaranên çend rojên dawî yên artêşa Tirkiye û komên çekdar bi ser bajarokên Eyn Îsa û herêmên Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniya HSDê ve hatiye belavkirin de, hatiya diyarkirin ku di bombebaranên 3 rojên dawî de gelê herêmê tê hedefkirin û di bombebaranên doh 28ê Mijdarê saetên sibehê hatine kirin de 2 zarok brîndar bûne.
HSDê da xuyakirin, “Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên topbaranê, li ser xeta Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî zêdetir kirine. Bi taybetî li 3 rojên dawî navenda bajarê Eyn Îsa û derdora wê bi dijwarî tê bombebarankirin. Di wan bombebaranan de gelê herêmê tê hedefkirin. Di bombebaranên ku duh di saetên sibe de çêbûn de 2 zarok brîndar bûn.”
Herwiha hat diyarkirin ku li xeta gundê Malikiyê tevger û amadekariyên çeteyan zêdetir bûne û li 2 km nêzî rêya M4 a navdewletî, xebata çêkirina qeydeyan dimeşînin û amadekariya êrîşê dikin.