TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îran 4ê Tîrmehê bi fermî dibe endamê Rêxistina Sangayê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 hezîran 2023 23:15

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku dê Îranê 4ê Tîrmehê bi fermî bibe endamê Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê.

Lavrov li Moskowê di merasîma vekirina navenda Rêxistina Hevkariya Şangayê de axivî û got, dê di lûtkeya 4ê Tîrmehê de, endamtiya Îranê bi fermî bê pesendkirin.

Rêxistina Şangay ji welatên Çîn, Rûsya, Kazaxistin, Kirgizistan, Tacikistan, Ozbekistan, Hindistan û Pakistanê pêk tê ku ji bilî Îranê Tirkiye jî bi wan re di nav diyalogê de ye.

Parve bike: