Îran car din avê ji ser Kurdistanê birî
PeyamaKurd- Rûbarên ku serê wan ji Îranê destpêdike û diçin nav axa Başûrê Kurdistanê, sala borî ava wan ji aliyê Îranê ve hatibû birîn. Niha hemaş tişt dubare dibe. Li ser mijarê nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Tehranê radigihîne ku di navbera Îran û Hewlêrê de, lê di ser Bexdayê de peyman çênebe, dê ev arîşe daîma weha dewam bike.
Ji 7 rûbarên mezin 2 ji wan ji Rojhilatê Kurdistanê ku di nava axa Îranê ya fermî de dimîne dertên û di ser Başûrê Kurdistanê de diherikin ser rewtê çemê Dîcleyê. Her 2 rûbar; Zê ya Biçûk û Sîrwan e. Niha Îranê ava her dû çeman biriye.
Rêvebirê giştî yê bendavan yê Kurdistanê Ekrem Ahmed bo Rûdawê ragihanidye ku 4 rojin Îranê ava Zê ya Biçûk Sîrwanê biriye. Ekrem Ahmed mijarê weha ragihand:
“Ava Zê ya biçûk ku ji Silêmaniyê ji navçeya Pişderê diçe bendava Dukanê, bi temamî biriye û li Germiyanê piraniya ava rûbarê Sîrwanê hatiye birin. Me, mijarê di ser hukumeta Herêma Kurdistanê de, balyozê Bexda û balyozê Îranê yê li Hewlêrê agahdar kiriye. Eger weha dewam bike, em ê bi arîşeya avê re gelek perîşan bibin. Tenê ji Zê ya Biçûk 90 hezar kes fêde dibînin.”
Xelkê Pişderê ava xwe bi temamî ji Zê ya Biçûk temîn dike. Bo şareseriya mijara her dû avên Kurdistanê wezîrê Keştûkaliyê û çavkaniyên avê yê herêma Kurdistanê Begerd Talabanî, bi cîgirê wezîrê Zîraetê yê Îranê Murteza Rezaî re li ser mijarê axifiye.
Li gor ragihandina qeymeqamê Pişderê Bekir Bayîz; niha dikarin pêdiviya ava xwe temîn bikin û ji her 45 deqeyan avê didin hinek deverên bajêr.
Dewleta Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Serdeştê li gundê Kolseyê, li ser rûbarê Zê ya Biçûk bendavekî bi bilindahiya 117 metreyan ava kiriye û avê digre ku ji Başûrê Kurdistanê 20 km dûr e.