TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê 3 welatiyên Belûcî bidarve kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2021 21:09

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku li parêzgeha Sîstan û Belûcistan ya Îranê 3 kes hatin bidarvekirin.

Medyaya Îranê ragihandiye ku îro 3yê Çile danê sibê 3 welatiyên Belûc li bajarê Zahidanê (navenda parêzgeha Sîstan û Belûcistanê) hatin bidarvekirin.

Hatiye diyarkirin ku du kes bi hinceta beşdarbûna “çalakiyên terorîstî” û kesê din jî ji ber kuştina kesekî hatine bidarvekirin.

Hat eşkerekirin ku navên kesên hatine bidarvekirin; Hesen Dêhvarî, Ilyas Qelenderzehî û Umîd Mehmûdzehî ne.

Parve bike: