Kurdistan
Îranê 4 girtiyên Kurd sand ber dara îdamê
PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê 4 girtiyên Kurd bi armanca dardekirinê şandin ber dara îdamê.
Li gorî agahiyên ji aliyê saziyên mafên mirovan yên Rojhilatê Kurdistanê, do du girtiyên Kurd li girtîgeha Ûrmiyê, ku bi tohmeta kuştinê hatine girtin û bi îdamê hatine mehkûmkirin, şandin ber dara îdamê.
Heta niha ne diyar e ew girtî hatine îdamkirin yan na. Navê girtiyekî Elî Ebdî ye û navê yê din jî nayê zanîn.
Herwiha du girtiyên din yên Kurd jî li girtîgeha Sine, ku bi tohmeta kuştinê hatine girtin û bi îdamê hatine mehkûmkirin, pêr şandin ber dara îdamê.
Navê girtiyekî Seîd Mihemedîfer e û welatiyê Kirmaşanê ye, navê yê din jî Murteza Pîrxizirî ye û welatiyê Sine ye.