Îranê gef li 'wî welatî' xwar!
PeyamaKurd – Îranê da zanîn, eger ew keştiyên petrolê ji aliyê Amerîkayê ve bên desteserkirin, ew ê bersivê bidin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê, Berdevkê Artêşa Muhafizên Şoreşê Serfermandar Ramazan Şerîf di çalakiyeke li Qumê de axivî û got: “Îran xwedî wê hêzê ye ku bertek nîşan bide û gemiyên wan ji bo her karekî xirab ji aliyê Amerîka ve, ji wan desteserkirina gemiyên me, bigire.”
Rayedarê Îranî diyar kir, ew ê li hemberî hewldanên Amerîkayê tedbîrên pêwîst bigirin.
Ji ber mueyîdeyên Amerîkayê sepandiye, car caran Amerîka tankerên Îranê yên ku nefta xav hildigirin desteser dike û nefta van keştiyan di mezadê de difiroşe. Îran jî di serî de bi hinceta ku “li gor rêgezên deryayî tevnagerin” mudaxeleyî tankerên petrolê yên li derdora Kendava Farsê dike.