Kurdistan
Îranê pêsniyara Welîehdê Siûdiyê ya ji bo destpêkirina hevdîtinên fermî û siyasî pejirand
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî diyar kir, Îran pêşniyara Welîehdê Siûdiyê ya ji bo destpêkirina hevdîtinên fermî û siyasî yên di navbera Îran û Siûdiyeyê de pejirandiye.
Li gor Nasir Kenanî destnîşan kir, Welîehdê Siûdiyeyê pêşniyar kiriye ku hevdîtinên fermî û siyasî yên di navbera Îran û Siûdiyeyê de li Bexdayê destpê bikin û Îran jî bi kêfxweşî ve ev pêşniyara han pejirandiye.
Herwiha da zanîn, ev peyama Siûdiyeyê bi rêya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên ve gihîştiye wan.