TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê seferên asmanî yên bo Tirkiyê rawestandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2020 22:38

PeyamaKurd – Îranê piştî Iraqê seferên asmanî yên ber bi Tirkiyê ve jî rawestandin.

Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku Rêxistina Balafirvaniya Sivîl a Îranê ji roja Yekşemê ve geştên asmanî bo Tirkiyê rawestand.

Hat diyarkirin ku ev biryar di çarçoveya tedbîrên têkoşîna dijî belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) hate dayîn.

Serokê Rêxistina Balafirvaniya Sivîl a Îranê Torj Dahqanî Zangana jî ragihandibû ku ruxsetên rêwîtiyên şîrketên Iraqê jî ji 4ê Cotmehê ve heta agahdariyeke din hatine betalkirin.

Parve bike: