Iraq | Rapora serê PKK û Tirkiyê hat amade kirin: PKK li ser asayîsa nistimanî metirsî ye
PeyamaKurd - Komîsyoneke parlementoya Iraqê raporek li ser ziyanên şerê PKK û Tirkiyê li Herêma Kurdistanê amade kir û ragihand, çalakiyên PKKê metirsî ne li ser asayişa niştimanî ya Iraqê.
Komîsyona parlementoya Iraqê li ser ziyanên şerê PKK û Tirkiyê li Herêma Kurdistanê raporek amade kir ku tê de dibêje: li her cih û devera ku çekdarên PKKê hene hêzên Tirkiyê jî bicih bûne û şerê wan ziyanê dide xelkê gundan û gundî neçar dibin bar bikin û gelek gund ji ber wê yekê vala bûne.
Komîsyonê bi rengekî veşartî serdana fermandehiya hêzên sînor kiriye. Şanda komîsyonê çûye ser çiyayê Xamtûr li nehiya Derkarê ya Zaxo û gotiye; li wir piştevaniya lojîstîk sînordar e û kamerayên termal û amûrên destnîşankirinê nînin, ji ber wê jî livîna çekdarên PKKê hêsan bûye.
Komîsyonê serdana qaymeqamtiya bajarokê Amêdî û çiyayê Metîna û wezîrê navxwe yê Kurdistanê jî kiriye û daye zanîn, hêzeke Zêrevanî li ser çiyayê Metîna hatiye bicihkirin da ku pêşiya livîna PKKê bê girtin, ev jî bûye sebeb ku artêşa Tirkiyê derbasî wê deverê nebe.
Çend tespîtên rapora Komîsyona Parlamentoya Iraqê ev in:
- Sebeba sereke ya arîşeyên ewlehiyê li nav xaka Iraqê bi taybet li Herêma Kurdistanê, hebûna çekdarên PKKê û artêşa Tirkiyê ye.
- Ew çalakiyên ku çekdarên PKKê li nav xaka Iraqê de li dijî Tirkiyê dikin, gef in li ser asayişa niştimanî ya Iraqê, bandora xirab jî li jiyana xelkê wan deveran dike.
- Meha borî 5 Pêşmerge li ser çiyayê Metîna ji aliyê PKKê ve hatin şehîdkirin û li deverên din jî haletên wiha dubare dibin.
- Kêmasî û valahiyên mezin li ser sînorên Iraq û Tirkiyê hene ku derfetê didin PKKê bi hêsanî hatinçûnê bikin.
- Hemahengiya pêwîst di navbera hêzên Iraq û Herêma Kurdistanê de ligel aliyên nakok li ser xaka Iraqê nîne
Herwiha di raporê de hinek pêşniyar û çareserî jî hatine pêşkêşkirin ku ew jî wiha ne:
- Bila wezareta derve ya Iraqê bi rêya NY, encûmena asayişa navdewletî û Yekîtiya Erebî û rêxistina kongreya îslamî û hewlên dîplomatîk çareyekê ji pirsgirêkê re bibîne.
- Aktîfkirina komîteyên hevbeş di navbera hikûmetên Iraq û Tirkiyê de ku piştî serdana serokwezîrê Iraqê hatibûn pêkanîn.
- Hikûmeta Iraqê pêdaçûnê bi rewşa qanûnî ya hebûna hêzên PKKê li nav xaka Iraqê de bike û pêşiya her gefeke PKKê li dijî welatên cîran û serweriya Iraqê bigire.
- Girtina deverên vekirî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de û bicihkirina hêzên zêdetir li ser sînor da ku hêzên PKK û Tirkiyê nekaribin derbasî nav Iraqê bibin.
- Pêkanîna odeyên operasyonan û rêveberiya hevbeş di navbera hêzên ewlehiyê û hikûmeta Kurdistanê de.
- Qerebûkirina mexdûrên şerê PKK û Tirkiyê.
- Ew kesên ku di şerê PKK û Tirkiyê de hatine kuştin, wek şehîdên şerê terorê bên hesibandin.