TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îsraîlê êrîsî Samê kir: 12 milîsên Îranê hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 sibat 2020 21:08

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê îro danê sibê bi moşekan hin deverên li dorûbera Şamê kirin armanc û di encamê de 12 milîsên çekdarên Îranê hatin kuştin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) serê vê sibê Îsraîlê hin deverên komên çekdar ên Îranê li Şam û Derayê kirin armanc û di encamê de 12 çekdarên bi ser Îranê ve hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku lîwaya 91 ya koma yekem li derdora Kiswê û lîwaya 75 ya li gundê el-Miqêlibiyê û hin deverên din yên hatin lêdan, li derdora Şamê bûn.

Herwiha hat ragihandin ku li herêma Cemrayê jî agir bi navendên lêkolînên zanistî yên rêjîma Sûriyê û çekdarên bi ser Îranê ve ketiye.

SOHRê teqez kir ku sîstema parastina asmanî ya Sûriyê hinek moşekên Îsraîlê bêbandor kirine, lê yên din gihîştine armanca xwe.

Li gorî Ajansa Sana ya Sûrî Îsraîlê deverên Kiswê, Merc Sultan, Cisir Bexdad û Başûrî Izrei yê Der’ayê kirine armanca êrîşan.

Parve bike: