TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îsraîlê li Lubnanê avahiyek bombe kir: 3 jê endamên Hizbullahê 10 kes hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 sibat 2024 23:59

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê di êrîşe asmanî ya ser Lubnanê de avahiyeke li bajarê Nebatiyê kire armanc.

Li gorî zanyariyan, balafireke bêmirov a Îsraîlê îro 15ê Sibatê êrîş biriye avahiyeke li bajarê Nebatiyê yê Lubnanê û di encamê de 10 kes hatine kuştin.

Çavkaniyan ragihandiye ku kesên hatine kuştin piraniya wan ji heman malbatê ne û 3 jî endamên Hizbullaha Lubnanê ne.

Artêşa Îsraîlê doh 14ê Sibatê ragihandibû ku wan lli dijî Hizbullaha Lubnanê êrîşên asmanî yên berfireh dane destpêkirin.

Parve bike: