TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îtalyayê pistevaniya xwe bo Pêsmerge û Kurdistanê tekez kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 29 îlon 2020 18:11

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini û şanda pê re kir.

Piştî civîna ku Cîgirê Serokwezîr Oubad Talebanî jî tê de amade bû hat ragihandin ku di civînê de girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên Îtalya û Herêma Kurdistanê û bi taybetî piştevanîkirina li hêza Pêşmerge hatin guftûgokirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê da zanîn, welatê wî di pêştevanîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî berdewam dibe û got:

“Hêvîdar in di pêşerojeke nêzîk de, berdewaniyê bidin rahênankirina Pêşmerge, ku bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê bi awayekî demkî hatibû rawestandin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û hevkariyên Îtalyayê kir û wiha got: “Hebûna hêzên Îtalya û Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi pêwîstî û girîng dizanin.”

Barzanî tekez kir, “Herêma Kurdistanê berdewam dibe bi piştevanîkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo aramîkirina rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser binemaya destûrê.”

Parve bike: