TR KU SO
FB X
Kurdistan

Jeffrey wê ji Rojava derbasî Hewlêrê bibe û bi Serok Barzanî re dicive

Hevi Turan
Nivîskar
📅 21 îlon 2020 01:05

PeyamaKurd - Nûnerê Serokê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey piştî sardana Rojavayê Kurdistanê û hevdîtinên ligel herdu bereyên Kurdî ENKS û PYNK, sardana Hewlêrê dike û bi Serok Mesûd Barzanî re dicive.

Li gorî çavkaniyên ku ji medya Kurdistanê re ragihandine, Nûnerê Serokê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey sibe Duşemê sardana Hewlêrê dike û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re dicive.

Jeffrey li Rojavayê Kurdistanê, li ser qonaxa danûstandinên yekrêziya aliyên siyasî yên Kurd bi herdu aliyên ENKS û PYNK re civiya û tê çaverêkirin li ser hurgiliyan û rewşa dawî bi Serok Barzanî re jî şêwrê bike.

Parve bike: