TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji ber brûskê Pêsmergeyekî canê xwe ji dest da

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 08 nîsan 2024 18:15

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro berê sibehê birûskê li xaleke hêzên Pêşmerge daye û di encamê de Pêşmergeyê bi navê Ebdulxefûr Kewşû Mihemed canê xwe ji dest daye.

Wezaretê destnîşan kir ku dema ew Pêşmerge li ser erkê xwe bûye birûskê lê daye û canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, bûyer di demjimêr 06:00ê sibehê de li gundê Castanê rû daye.

Hate zanîn ku Pêşmergeyê Ebdulxefûr Kewşû Mihemed ji qezaya Xebatê ya paytext Hewlêrê û bavê çar zarokan bûye.

Parve bike: