TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji ber mija zêde seferên asmanî yên Diyarbekirê hatin rawestandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 mijdar 2021 21:01

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku ji ber mija zêde seferên balafiran ên Diyarbekirê yên navbera Stenbol û Enqerê hatin rawestandin.

Rêveberiya Balafirgeha Diyarbekirê ragihandiye ku ji ber şert û mercên hewayê û zêdebûna mijê geştên asmanî yên Diyarbekir-Stenbol, Diyarbekir –Enqereyê hatin betalkirin.

Herwiha hat ragihandin ku wê di nava rojê de li Diyarbekirê mij bandora xwe bidomîne û mesafeya dîtinê jî heta 50 metreyî jî daketiye.

Hişyarî hatiye dayîn ajokarên wesayîtan jî di çûnûhatinê de baldar bin û lambeyên mijê bi kar bînin.

Parve bike: