Kurdistan
Ji ber topbarana çekdaran 80 hektar zeviyên cotkaran sewitîn
PeyamaKurd – Ji ber topbarana çekdarên girêdayî Tirkiyê, li dorûbera Kobanê û Til Temir a Rojavayê Kurdistanê bi qasî 80 hektar zeviyên dan û dexlê cotkaran şewitîn.
Li gorî amarên berpirsên Rêveberiya Xweser firehiya rêjeya ku bi genim, darên mêweyan û baxçeyan li herêmê hatiye çandin, derdora 400 hezar hektar e û heta niha 80 hektar jî hatiye şewitandin.
Hat ragihandin ku di rojên 18-19ê Gulanê de, ji ber topbarana çekdarên bi ser Tirkiyê ve nêzî 80 hekar zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê Kobanê şewitîn.
Li gorî xelkê herêmê, çekdar bi zanebûn guleyan ber bi qiraxê rojhilat ê çemê Firatê davêjin û ev jî dibe sedema şewatê di nav zeviyên çandiniyê de.