TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Bexdayê biryareke krîtîk bo hêzên Amerîkî!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 rêbendan 2020 14:35

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs hikûmeta Iraqê biryarek wergirtiye ku karûbarên hêzên Amerîkî yên li Iraqê sînordar bike.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê yê leşkerê Ebdulkerîm Xelef ragihand ku piştî kuştina Silêmanî û Muhendîs, hikûmeta Iraqê biryar wergirtiye xebatên hêzên Amerîkî yên li Iraqê sînordar bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku parlamena Iraqê jî îro 5ê Çileya 2020an li ser mijara derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê bi civîneke awarte dicive û bangewazî hatiye kirin ku bi taybet aliyên şîe yên nêzî Heşda Şeibî û hemû fraksiyonên parlamentoyê beşdariyê bikin.

Parve bike: