TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo 14 deverên Sernexê qedexe hate ragihandin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2024 18:09

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li 14 deverên parêzgeha Şernexê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê 15 roj qedexe hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şernexê, li 14 dever û çiyayên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hatiye ragihandin.

Li gorî biryarê, li wan deveran ji 16ê Tîrmehê heta 30ê Tîrmehê, di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de hatiye qedexekirin.

Parêzgariya Şernexê di daxuyaniya xwe de angaş ku ev qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, aramiya giştî, rêgirtina li ber tawanan, her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şernexê; Çiya û navçeyên ku hatine qedexekirin ev in:

“Çiyayê Cûdiyê, Besta, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Tehtê Reş, herêmên gundên Pîran, Dol û Tenînê, Hoza Mêrî.”

Parêzgariyê herwiha hişyarî daye xelkê ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin wan deveran.

Parve bike: