TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo 7 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya berfê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 10 rêbendan 2024 23:00

PeyamaKurd - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 7 bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo barîna zêde ya berfê hişyarî da.

Hate ragihandin ku ji sibe ji êvarê pê ve li Wan, Agirî û derdora wê, başûrê Mûşê, rojhilatê Sêrtê, li Bedlîs, Colemêrg û derdora wê û li rojhilatê Şirnexê peşbîniya barîna berfeke zede tê kirin.

Hate diyarkirin ku wê barîna berfê 3 rojan bandore li herêmê bike û roja Yekşema bê jî bandora xwe kêm bike.

Hişyarî hatiye dayîn ku li deverên pêşbîniya berfa zê de tê kirin, welatî ji bo qeşagirtina rêyan, hatina aşîtan û çûnûhatina otomobîlan bi tedbîr tevbigerin.

Parve bike: