TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo du navçeyên Wanê hisyariya erdhejê...

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 nîsan 2020 19:10

PeyamaKurd – Piştî erdheja îro ya li bajarê Çewligê navçeya Kanîreşê û Behra Reş ku bi pileya 4,3 rû da, Prof. Dr. Nacî Gorur hişyariya erdhejê herdu navçeyên Wanê yên Elbak û Bêgiriyê da.  

Îro danê sibehê li Behra Reş û Çewligê erdhej çebûn ku li gorî Çavdêrxaneya Kandillî pileya  erdheja li Kanîreş a Çewligê 4.3 bû û ya li peravên Behra Reş jî 4.2 bû.

Piştî her du erdhejan Prof. Dr. Nacî Gorur, li ser medya civakî ji bo navçeyên Elbak û Bêgiriyê yên Wanê  hişyarîya erdhejê da.  

Hevdem îro li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê jî erdhejeke bi pîleya 4.7an rû da.

Parve bike: