TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji hêzên Amerîkî û HSDê duyemîn dewriyeya hevbes

Hevi Turan
Nivîskar
📅 01 mijdar 2019 19:17

PeyamaKurd – Hêzên Amerîkayê û HSDê li herêma Tirbêsipiyê li dorûbera kêlgehên neftê dewrîyeya hevbeş gerandin. Doh jî li dorûbera Dirbêsiyê ji aliyê leşkerên Amerîkî û HSDê ve dewriyeke hevbeş hatibû gerandin ku hevdem hevdîtina polîsên leşkerî yên rûsî û tirk jî li ser sînor dihat kirin.

Hat zanîn ku dewriyeya hevbeş a hêzên Amerîkî û HSDê li herêma rojhilatê Tirbêsipiyê ya qadên petrolê hatiye gerandin.

Hêzên Amerîka û HSDê li kargehên petrolê yên Şelhomiyê û Seîdê jî dewriye gerandin.

Hat ragihandin ku piştî dewriyeyê, hêzên Amerîkî vegeriyane baregeha xwe ya li Rimêlanê. Ev demek e karwanên hêzên Amerîkî yên ji Rojavayê Kurdistanê vekişiyabûn Iraqê bi hêzeke zêdetir ji bo parastina herêmên petrolê ligel HSDê ji nû ve vedigerin herêmê

Parve bike: