TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji HSDê operasyonên DAISê: 5 terorîst hatin girtin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 07 rêbendan 2021 00:11

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di encama operasyonên xwe yên li Hesekê û Dêrazorê de, 5 çekdarên DAIŞê desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê eşkere kir, hêzên wan roja 2 û 4ê vê mehê du operasyon li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li Dêrazor û li Şedadê ya başûrê Hesekê pêk anîn.

Navenda Ragihandina HSDê diyar kir, di her du operasyonan de 5 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin.

Hêjayî gotinê ye, doh 5ê Çile jî hatibû ragihandin ku şervanên HSDê bi tohmeta êrîşî hêzên HSDê kirine 18 kes li Reqayê girtibûn.

Parve bike: