TR KU SO
FB X
Kurdistan

Jîngehparêzên dildar Derbenda Ranye ji çopê paqij kirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 02 îlon 2024 14:33

PeyamaKurd – Jîngehparêzên dilxwaz nêzî 10 ton çopê ku ji seyrangeran li Derbenda Ranye mayî kom kirin.

Zêdetirî 100 jîngehparêzên dilxwaz ji her kesî re bûne mînak û şûşeyên plastîk û malzemeyên bermayiyên pakkirinê yên ku ji seyrangeran li Derbenda Ranye mane tije dikin nav torbeyên çopê yên ku bi xwe re anîne û di konteynira çopê de hiştine.

Xwebexşa jîngehparêz Jale Emîrî ji Kurdistan24ê re got, "Em weke ciwanên Pişder hatin ji bo paqijkirina vê derê. Berpirsiyariya me ya li hember jîngehê me motîve kir ku em vê yekê bikin. Bi rastî jî em xemgîn kirin ku ew qas zibil ber bi avê ve hatin avêtin."

Emîrî amaje kir ku avêtina çopê li hawirdorê wê av, hewa, ax û tevahiya ekosîstema cîhanê tehdîd bike û got, "Bi taybetî madeyên plastîk xira nabin, zirarê didin axê."

Jîngehparêzên Sema Huseyîn jî diyar kir ku çopên ku bi awayekî bêberpirsiyarî ji aliyê seyrangeran ve tên hiştin nemirovî ye û wiha got: "Ev dibe sedem ku turîstên din neyên vir, ez ji seyrangerên ku tên vir daxwaz dikim ku çopên xwe li vir nehêlin." wî got.

Serokê Komeleya Ciwanên Raperîn Ehmed Hesen jî got, "Me xwest 100 ciwan beşdarî pêngava paqijiyê bibin, lê bi kêfxweşî 120 ciwanan diyar kirin ku ew dixwazin beşdar bibin." wî got.

Derbenda Ranye ku di navbera navçeya Ranye û Pişdere de ye, xwezayeke xweş e û her roj bi taybet êvaran ji aliyê geştiyaran ve tê ziyaretkirin.

 
Parve bike: