TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kamyonet qelibî; 1 mir, 1 jî birîndar bû

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2021 04:52

PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Sêwasê li navçeya Hafikê kamyonetekî ji kontrola ajotvan derket û qelibî. Di encamê de kesekî can da û yek jî birîndar bû.

Qeza li dora siet 21.30 an de çêbû. Di qezayê de İlyas Tuna yê 52 salî li ciyê qezayê jiyana xwe ji dest da û ajotvan K.D. birîndar bû. Tîmên renduristiyê birîndarî bi ambûlansê bir nexweşxanê bo tedawiyê.

Piştî lêkolîna polîsan, cenaze İlyas Tuna birin morga nexweşxanê bo otopsiyê.

Parve bike: