TR KU SO
FB X
Kurdistan

Karesata Erdhejê | Hejmara mirinan gihîst 24 hezar û 617 kesan

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 sibat 2023 13:21

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniyên fermî yên hikûmeta Tirkiyeyê, hejmara mirinên erdhejê heta niha gihîşt 24 hezar û 617 kesan.

Herwiha hejmara birîndaran jî derket 80 hezar û 278 kesan ku di roja 7an a erdhejên Mereşê de, hê jî li 10 bajaran xebatên rizgarkirinê û rakirina kavilên bi hezaran avahiyan berdewam dikin.

Rewşa herêmên erdhejê gelekî metirsîdar e û bi sed hezaran mexdûrên erdhejê hê jî li benda alîkariyên vehewandin, paqijî û xurekê ne.

Herwiha ji ber cenazeyên li erdê û nebûna paqijiyê metirsiya nexweşiyên berbelav heye.

Parve bike: