TR KU SO
FB X
Kurdistan

Karwaneke mezin a erebên Sûriyê ji Efrînê derket

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 sibat 2025 20:35

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî hilweşîna rejîma Esed vegera warên xwe ya erebên ku li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê hatibûn bicihkirin berdewam dike.

Li gorî zanyariyan herî dawî bi sedan otombîl, otobus û barhilgirên malbatên ereb ji Efrînê derketin û ber bi cihên xwe yên li Hema, Hims û Şamê bi rê ketin.

Li gorî agahiyan ev duyemîn karwan e ku bi kom ji Efrînê derdikeve, beriya niha jî karwanek ji navçeya Raco derketibû.

Li gorî çavkaniyên Efrînê, rojane malbatên hawirde ji Efrîn û navçeyên wê derdikevin û berê xwe didin bajarên xwe.

Parve bike: