TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Berpirsekî din ê Kurd ji erkê xwe hat dûrxistin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 21 hezîran 2021 16:29

PeyamaKurd – Li Kerkûkê berpirsekî din ê Kurd ji erkê xwe hat dûrxistin û di cîhê wî de kesekî Ereb hat danîn.

Li gor zanyariyan, rêveberê çûnûhatina nav bajarê Kerkûkê ku efserekî Kurd bû, ji erkê xwe hate dûrxistin û di cîhê wî de Erebekî bi navê Saîr Ebid Kazim Lihêbî, wek rêveberê çûnûhatina nav bajarê Kerkûkê dest bi kar kir.

Derbarê ji kar dûrxistina berpirsên Kurd ji erkên wan de, îro 21.06.2021ê Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê hatiye hilweşandin Cemal Mewlûd diyar kiriye: ‘‘Li ser Erebkirina li Kerkûkê birêve diçe, herwİha ji kar dûrxistina berpirsan û payeyên wan, ti kes neaxive û hemû alî jî li ser wan kiryaran helwestê nîşan nadin.’’

Herwiha destnîşan kir: ‘‘Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, hatiye cemidandin û desthilata wê nemaye. Ji ber wê niha Rakan Cibûrî hemû desthilat li Kerkûkê heye û ji Erebkirinê jî paş de gav navêje.’’

Parve bike: