Kurdistan
Kerkûk | Karkerekî can da û 3 karker jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li sînorê bajarokê Daqûqê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê, di encama teqîna bombeyeke çandî de, karkerekî can da û 3 karker jî birîndar bûn.
Qeymeqamê Daqûqê Luys Fendî daye zanîn, îro roja Duşemê 30.08.2021ê li gundê Elbûnecim li herêma Heftexarê ya ser bi bajarokê Daqûqê di dema hejmarek karkarên li cem serbazgeha polîsê federal kar dikirin bombeyeke çandî teqiyaye.
Herwiha Luys Fendî destnîşan kiriye, ji ber wê teqînê karkerek miriye û 3 karker jî birîndar bûne.
Di berdewamiyê jî de Luys Fendî eşkere dike, lêkolînan destpê kiriye derbarê wê teqînê de û gumana wan li ser wê yekê heye ku ew ji bo me ji aliyê DAIŞê ve hatibe teqandin.