TR KU SO
FB X
Kurdistan

Koçberên li Kurdistanê dê bikarin dengên xwe bikar bînin

📅 22 nîsan 2018 00:13

PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, ragihand ku Koçberên Kerkûk û Xûrmatuyê dikarin li Kurdistanê dengê xwe bi kar bînin

Cîgirê Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Rizgar Heme Mihêdîn diyar kir, ku li gorî rêkeftina Komîsyona Parêzgeha Selahedîn û Parêzgeha Silêmaniyê kartên dengdanê yên koçberên Xûrmatûyê ji bo Silêmaniyê hatine şandin û ew li wir dikarin dengê xwe bi kar bînin.

Rizgar Heme Mihêdîn got, di heman demê de koçberên Kerkûk, Neynowa û Enbarê jî dikarin li cihên Herêma Kurdistanê yên ku ew lê dimînin, dengê xwe bi kar bînin û ji bo vê yekê her tişt hatiye hêsankirin

Parve bike: