TR KU SO
FB X
Kurdistan

Komên çekdar ên ser bi Tirkiye ve 2 servanên HSDê kustin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 06 tebax 2020 15:05

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, komên çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve, derdora Eyn Îsayê topbaran kirin û di encamê de 2 şervanên HSDê can dan.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva borî artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, gundê Seyda yê li Eyn Îsayê topbaran kir û di encamê de 2 şervanên HSDê can dan.

Herwiha hat diyarkirin, li rojhilatê Helebê di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê ve û şervanên YPGê de şer derket û di encamê de jî çekdarek hat kuştin.

Berdevkê HSDê Kîno Gabriyêl ragihandibû, tevî ku rêkekeftinên agirbestê di navbera Tirkiye, Rûsya, Tirkiye û Amerîka de hene, lê Tirkiye berdewamî êrîşî navçeyên wan dike.

Berdevkê HSDê hişyariya da û got,  artêşa Tirkiyê hêzê li Girê Sipî kom dike  û gefeke cidî heye ku êrîşî navçeyên wan bike.

Parve bike: