Kurdistan
Kurdistan | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskerekirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 25ê Çile ya derbarê vîrusa koronayê de ragihand ku kesekî wefat kiriye û 94 kesên din jî bi koronayê ketine.
Wezaretê da xuyakirin ku 937 nexweşên koronayê jî di rojekê de baş bûne û hezmara başbûyan gihîştiye 94 hezar û 427 kesan.
Li gorî amarên dawî heta niha li Herêma Kurdistanê 105 hezar û 702 kes bi koronayê ketine û ji wan 3 hezar û 457 kesan jî wefat kiriye.