TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 3 bajaran 25 kes hatin binçavkirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 13 sibat 2020 03:07

PeyamaKurd- Hêzên asayîşê li 3 bajaran li Mûş, Agirî û bajarê Bedlîsê operasyonan kiribû lê vê carê operasyon ketin nav bajarê Entabê. Li bajarê Entab û navçeyên wê 12 kes hatin binçavkirin. Parêzgeriya Entabê mijara operasyonê ragihand û got ku bi sedema “propogandeya rêxistina terorê kirine”, li navenda bajêr û navçeyên wê 12 kes hatine binçavkirin.

Parêzgeh di babeta navên kesên binçavkirî de ti agahî neda û kesên binçavkirî li baregeha asayîşa bajarê Entabê di bin çav de ne.

Îro li bajarên Agirî û Mûşê 13 kes û li bajarê Bedlîsê serokê şaxa HDP ê hatibû binçavkirin.

Parve bike: