TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê 4 kes hatin desteserkirin

📅 10 hezîran 2020 15:26

PeyamaKurd - Polîsan li navçeyên Çinar, Sûr û Yenîşehîrê yên Amedê bi ser gelek malan de girt û di encamê de 4 welatî hatin desteserkirin. 

Di serdegirtina gundê Elewendiyê ya girêdayî navçeya Çinarê de Îbrahîm Temîz (63), li gundê Çarikli yê Sûrê Huseyîn Temîz û Mehmet Temîz, li navçeya Yenîşehîrê jî Haşîm Temîz hatin desteserkirin. 

Her çar hat hînbûn ku ew welatiyên hatine desteserkirin xizmên hev in û sedema desteserkirina wan nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. 

Parve bike: