TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê ambulans qeza kir: 3 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 22 îlon 2020 04:27

PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Diyarbekirê ambulansa ku diçû nexweş bibe nexweşxanê, berê li otomobîlekî pêşiya xwe xist û paşî li çaxên navbera her dû rêyan xist. Di qezayê de 3 xebatkarên tenduristiyê birîndar bûn ku 2 ji wan jin in. Qeza li ber nexweşxane ya jinan ya Diyarbekirê çêbû.

Piştî qezayê vê carê tîmên 112an yên tenduristiyê û polîs hatin şandin bo ciyê bûyerê. Piştî mudaxeleya ewilî hevalên xwe birin nexweşxanê bo dermankirinê.

Parve bike: