Kurdistan
Li bajarê Erzeromê 7 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Yakutiyê di qezayê de 2 erebe li hev ketin û di encamê de 7 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê û polîs birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan.
Di qezayê de her du erebe xesarê dîtin. Li ser qezayê polîs lêpirsîna xwe dewam dike.