TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Wanê erdhej çêbû

Hevi Turan
Nivîskar
📅 01 tîrmeh 2019 01:07

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi pileya 3,8an a rîkterê erhejekê rû da.

Saziya Rewşên Lezgîn Beşa Erdhejan (AFAD) a Tirkiyê ragihand ku navenda erdhejê navçeya Gewaş a Wanê ye û li demjimêr 18:15ê êvarê çêbûye.

Hat diyarkirin ku tundiya lerzîna erdhejê 3,8 e û di kûrahiya 11,56 kîlometran de rû daye.

Li gorî zanyariyan ti ziyanek di encama vê erdhejê de çênebûye, lê bûye sedema tirsê di nav şêniyên bajêr de.

Parve bike: